Heleb-SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Helebê tekez kir ku ew bi girîngîyeke mezin bûyera ku di dema pîrozbahîyên cejna Newrozê de qewimîye dişopînin, ku tê de kesekî bi qestî ala Sûrîyê anî xwarê. Her wiha destnîşan kir ku dê li gorî rêgezên qanûnî tedbîrên pêwîst li dijî wî kesî werin girtin.
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Helebê daxuyanîyek weşand û tê de dîyar kir ku sazîyên peywendîdar bi girîngîyeke mezin bûyerê dişopînin. Di daxuyanîyê de hat gotin ku ev kiryar li dijî qanûn û rêziknameyên berkar in, û destdirêjîya li ser sembola dewletê û serwerîya wê ye.
Di daxuyanîyê de hat tekezkirin ku ala niştimanî sembola yekîtîya welat û rûmeta wî ye, û her destdirêjîyeke li ser wê wekî karekî li dijî qanûnê tê hesibandin ku lêpirsîna qanûnî li pey xwe tîne.
Daxuyanî bi vê yekê bi dawî bû ku pabendbûna bi qanûnê tekane garantîya parastina civak û rûmeta dewletê ye.