Şam – SANA
Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel îro Çarşemê, biryara bi jimara (17) a sala 2026an derxist, ku li gorî wê ji bo devera hilbijartinê ya Kobanîyê li parêzgeha Helebê binkomîteyeke dadwerî tê avakirin.
Li gorî biryara ku Komîsyona Bilind li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, dadwer Ehmed Ebdulrehman El-Mihemed wekî serokê komîteyê, û Cume Husên El-Ehmed û Husam Hico jî wekî endam hatin destnîşankirin.
Li gorî biryarê, erkê vê komîteya dadwerî ew e ku biryarê li ser gilî û gazinên têkildarî hilbijartinên endamên Encumena Gel li devera navborî bide.
Komîsyona Bilind di avahîya dadgeha parêzgeha Helebê de navendek ji bo wergirtina daxwazên gilînameyan dîyar kiriye.
Komîteyê da zanîn ku ev biryar li ser malperên fermî yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan tê weşandin û ji bo cîbicîkirinê ji alîyên peywendîdar re tê şandin.
Ev biryar li ser bingeha bendên Danezana Destûrî û mersûmên qanûnî yên têkildar, û di çarçoveya temamkirina rêkarên rêxistinî û yasayî yên proseyên hilbijartinan de tê.
