Tertûs-SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Tertûsê, bi hevkarîya ligel Dezgeha Îstixbarata Giştî, hewldaneke qaçaxîya bareke çek û cebilxaneyan ku ber bi axa Libnanê ve diçû, di çarçoveya operasyoneke ewlehîyê ya hevbeş de, pûç kir.
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li ser kenala xwe ya Telegramê duh Şemîyê dîyar kir ku di encama operasyonê de tevaya barê çekan, ku ji tivingên otomatîk, guleyên (RPG)yê, xezîneyên çekan û cebilxaneyên corbecor pêk dihat, û ji bo qaçaxîyê hatibûn amadekirin, hate destserkirin.