Hema – SANA
Beşa Operasyonên Ewlekarîya El-Xabê, agahîyek derbarê hebûna çekan di hundirê bîreke avê de li gundê El-Ceyid ê li gundewarê rojavayê Hemayê wergirt; çek di nav mala kesê bi navê Yasîn Îbrahîm de bûn.
Jêdereke ewlekarîyê ji SANAyê re ragihand ku piştî agahdarîyekê, dewrîyeyeke beşa Erkên Taybet û tîmên Berevanîya Sivîl berê xwe dan cihê bûyerê û di bîreke li gundê El-Resîfê de sindoqên cebilxane û guleyên “RPG” dîtin. Agahîyên destpêkê dîyar dikin ku ev madde vedigerin serdemeke berê û di dema operasyonên rizgarkirinê de hatine avêtin; madde hatin desteserkirin û ji bo temamkirina karûbarên yasayî radestî alîyên peywendîdar hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên Ewlekarîya Hundirîn li devera El-Xabê, meha borî operasyoneke ewlehîyê pêk anîbû û tê de tawankar Emced Yûsif, kujerê komkujîya Tedamunê girtibû.