Hesekê-SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel Newar Necme ji SANAyê re ragihand: Komîteya Bilind îro Şemîyê gihîşt parêzgeha Hesekê, ji bo destpêkirina rêkarên pratîk û amadekarîyên taybet bi proseya hilbijartinê di rojên pêş de.
Necme anî ziman ku: Komîte dê çend hevdîtinan bi tîma serokatîyê ku erkdar e bi şopandina cîbicîkirina rêkeftina 29ê Kanûna Duyem bi “HSD”ê re, û ligel parêzgarê Hesekê û kesayetên civakî û çalakvanên parêzgehê pêk bîne, wekî amadekarîyekê ji bo lidarxistina hilbijartinan di hefteyên bê de.