Şam-SANA
Yekîtîya Giştî ya Sendîkayên Karkeran li Sûrîyê bi helkefta Cejna Karkeran a Cîhanî, silav û rêzên xwe pêşkêşî karkerên jin û mêr di hemû qadên kar û hilberînê de kir, wekî nirxandinekê ji bo rola wan a dîrokî di avakirina welat û parastina rûmeta wî de.
Yekîtîya navborî di daxuyanîyekê de ku îro Pêncşemê bi helkefta 1ê Gulanê Cejna Karkeran belav kir, dîyar kir kau di dema borî de bi gîyanê berpirsyarîyê piştî serkeftina Şoreşa Sûrîyê ya pîroz kar kiriye, û berevanîkirina di ber mafên karkeran û xurtkirina aramîya wan a pîşeyî û civakî kiriye karê xwe yê herî li pêş.
Yekîtîya Karkeran biryardarîya xwe dûpat kir ku ji bo baştirkirina mercên jîyana karkeran, pêşxistina qanûnên karkeran, xurtkirina dîyaloga civakî û piştgirîkirina hewldanên avakirinê bi destên karkerên Sûrî berdewam be. Her wiha tekezî li ser çespandina rola sendîkayan wekî dengekî ku daxwaz û mafên çîna karker tîne zimên kir.