Heleb-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî ya Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand, ku rêyeke esmanî ji bajarê Helebê ber bi Deryaya Spî ve ji nû ve hatiye vekirin.
Desteyê dîyar kir ku geşta yekem a Hêlên Esmanî yên Sûrîyê îro Pêncşemê ji Balafirgeha Navdewletî ya Helebê ber bi bajarê Stenbolê ve bi rê ket û bi silametî gihişt. Ev gav nîşana dîsa destpêkirina tevgera esmanî bi rêya balafirgeha Helebê ye.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî di 3yê Adarê de ragihandibû ku Balafirgeha Navdewletî ya Helebê ji nû ve hatîye vekirin û rêyên esmanî li beşa bakurê sektora esmanî ya Sûrîyê ber bi Tirkîyê ve hatine xebitandin.