Hims – SANA
Îro Duşemê du ciwan, dema ku hewl didan mayîneke erdê ji cih veguhêzin û jê xelas bibin, bi wan de teqîya û her du hatin kuştin. Ev bûyer li herêmekê bi qasî 20 kîlometreyan li rojavayê bajarê El-Suxne yê gundewarê rojhilatê Himsê rû da.
Dr. Welîd Ode, rêvebirê Nexweşxaneya Neteweyî ya Tedmurê, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku yek ji wan ciwanan li cihê teqînê can da, yê din jî birînrên wî giran bûn, piştî veguhestina wî, li Nexweşxaneya Neteweyî ya Tedmurê, jîyana xwe ji dest da..
Ji bo parastina ewlehîya giştî, Ode bang li hemûyan kir ku zor baldar bin, neçin herêmên ku gumana mayîn û bermahîyên şer lê hene, nêzî tu laşên xerîb nebin, û hewl nedin ku ji cihê wî veguhêzin.