Heseke-SANA
Șandeke fermî ya Desteya Giştî ya Balafirgerîya Sivîl û Veguhastina Ezmanî, bi serokatîya Emced Nexal ku cîgirê serokê desteyê ye, îro gihîşt Balafirgeha Qamişloyê ya Navdewletî. Di nav şandeyê de hejmarek kadroyên teknîkî û îdarî ji pisporîyên cihêreng hebûn, ku bi balafireke ser bi Hêlên Ezmanî yên Sûrîyê ve hatin.
Desteyê da xuyakirin ku di nav şandeyê de eqîd Ramî Erabî, rêveberê ewlehîya Balafirgeha Şamê ya Navdewletî jî hebû. Ev yek di çarçoveya hevahengîya ewlehî û teknîkî de tê ji bo dabînkirina temamkirina pêdivîyên xebatê li gorî pîwerên pejirandî.
Li gorî daxuyanîyê, di dema gihîştina şandeyê de, lîwa Merwan El-Elî, fermandarê Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Hesekê pêşwazî li wan kir. Di civînê de tekezî li ser girîngîya hevkarî û temamkerîya di navbera alîyên peywendîdar de hat kirin, da ku bibe alîkar di lezkirina kar û xebatan de ji bo amadekarîya dubare destpêkirina tevgera geştan li balafirgehê.
Tê zanîn, şandeke Wezareta Hundirîn a Sûrîyê, bi nûnertîya fermandarê Ewlehiya Hundirîn li parêzgeha Hesekê lîwa Merwan El-Elî, û rêveberê rêveberîya ewlehîya balafirgeh û dergehan eqîd Ehmed El-Ehmed, di 8ê vê mehê de bi hêzên HSDê re civînek li dar xistibû, ji bo radestkirina rêveberîya balafirgeha Qamişloyê, wek temamkirina xalên peymana di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de.
