Şam-SANA
Wezîrê Hundir Enes Xettab girtina yek ji tawanbar û efserên herî pilebilind ên rejîma berê, ku berpirsîyarê komkujîya kîmyewî li Xûteya Rojhilat di sala 2013an de bû, ragihand.
Wezîrê Hundir îro Çarşemê di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Lîwa Ednan Ebûd Helwe ku yek ji efserên herî sereke yên berpirsyarê komkujîya kîmyewî li Xûteya Rojhilat di sala 2013an de bû, niha di destê Rêveberîya Têkoşîna Dijî Terorê de ye.”
Ev pêngav di çarçoveya hewldanên berdewam ên Wezareta Hundir de tê ji bo şopandin û dûvçûna tawanbaran da ku radestî dadwerîyê werin kirin û cezayê kiryarên xwe werbigirin.