Hims – SANA
Qeter El-Xeyrîye ji bo roja duyemîn kempîna “Dilên Mezin” li Nexweşxaneya El-Welîd a li Himsê berdewam dike, ji bo pêkanîna Emelyatên Qestera dil bi rengekî belaş ji bo zarok û mezinên ku ji zikmakî de seqet in, da ku rewşa wan a tenduristîyê baştir bibe û wan ji neştergerîyên vekirî biparêze.
Koordînatorkî projeyan Samir Xelef ragihand ku kempînek bi hevkarîya Wezareta Tenduristîyê ji bo pêkanîna 38 eleyatan di qonaxa yekem de (ku 16 jê hatine kirin) û 38 emelîyat di qonaxa duyem de tên meşandin. Ev çalakî bi beşdarîya kadroyekî bijîşkî yê derve û hundirîn, di nav wan de Dr. Mehmûd Ebdulletîf El-Sofî, bi giranî li ser rewşên herî giran tê kirin.
Emelîyatan jîyana xelkê guhert, wekî Yehya Zekerya Yûsif û Mihemed Enes Efara, ku careke din şîyana geşbûn û livînê bi dest xistin. Encamên destpêkê nîşan dan ku nexweş bi rewşeke baş derketine, ku ev yek piştgirîya sektora tenduristîyê dike û lênihêrîna pispor ji bo hewcedaran dabîn dike.


