Tertûs-SANA
Karîna embarkirinê di gola Bendava Al-Ebreşê de li parêzgeha Tertûsê, piştî baranên ku di rojên borî de li herêmê barîyan, gihîşt 80 mîlyon metrokûp ji tevahîya karîna wê ya ku 103.16 mîlyon metrokûp e; ev yek jî mizgînîya werzên çandinîyê yên ewledar dide.
Rêveberê Bendava El-Ebreşê Kerîm Xanim, îro Pêncşemê ji SANAyê re ragihand ku asta depokirina niha ewledar e û ji ya sala par gelekî çêtir e, ku niha gihîştiye 80 mîlyon metrokûp. Xanim destnîşan kir ku ev tibaba avê hêvîyê dide ku dewrên çandinîyê yên nû, dijwar û têrker ji bo hemû berhemên cotkarên herêmê hebin.

Ji alîyê xwe ve, cotkar Suleyman Mihemed ji devera Sifsafê, ku sûdê ji projeya avdanîya bendavê werdigire, bal kişand ser girîngîya zêdebûna depokirina avê ya îsal ji bo çandinîyê, xasma piştî ku sala par ji ber kêmbûna baranê rastî zirarên mezin hatibûn.
