Dêrezor-SANA
Parêzgarê Dêrezorê Xesan El-Seyid Ehmed, di civînekê de bi şandeyeke ji Sazîya Giştî ya Veguhastinên Rêyan a ser bi Wezareta Veguhastinê ya Sûrîyê ve, rewşa pir û rêyan û mîkanîzmaya destpêkirina nûjenkirina her du pirên Sîyasîye û Meyadînê li Dêrezorê li gorî pîvanên teknîkî û endezyarî yên kalîtebilind gotûbêj kir.
Rêveberê Giştî yê sazîyê Muaz Necar di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re dîyar kir ku serdana wan a bo Dêrezorê ji bo dîtina rastîya rewşa xizmetguzarîyê ya li parêzgehê derbarê rê û piran de ye.
Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir berê serdana parêzgehê kiribû û piştrast kiribû ku projeya nûjenkirina pira Sîyasîye yek ji pêşgavîyên wezaretê ye; ev serdana niha jî bi armanca destpêkirina projeyê ye ji bo bidawîkirina zehmetî û êşa xelkê herêmê.





