Hims-SANA
Zanîngeha Himsê îro Pêncşemê tîma endezyarîya Mekatronîk ku di pêşbirka robotan a IRC 11 de li ser asta zanîngehên Sûrîyê pileya yekem bi dest xistîye xelat kir; ev yek wekî nirxandinekê ji bo destkefta wan a berbiçav û beşdarîya wan di pêşxistina projeyên endezyarîyê yên cîbicîkar de hat.
Serokê Zanîngehê Tariq Husamedîn di daxuyanîyekê di dema merasîma xelatkirinê de li Koleja Endezyarîya Mekanîk û Elektrîkê, şanazîya xwe bi destkeftên ku xwendekar pêşkêş dikin anî ziman û tekez kir ku ev yek berpirsîyarîyeke duqat dixe ser milê zanîngehê da ku giringîyê bide xwendekarên jêhatî û piştgirîya wan bike.
Navborî her wisa dîyar kir ku pêşbirka ku tîm tê de beşdar bû, guhertoya yazdehemîn a pêşbirka IRC ye, û projeya serkeftî robotekî çandinîyê yê jêhatî ye ku bi kamerayekê hatîye amadekirin ji bo çavdêrîkirina zevîyan û destnîşankirina nexweşîyên gîyayan bi bikaranîna zîrekîya çêkirî (AI) û piştre reşandina dermanê guncaw bi awayekî otomatîk.







