Quneytera-SANA
Hêzeke Îsraîla dagirker ku ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, îro Çarşemê derbasî gundewarê bakurê parêzgeha Quneyterayê bû.
Nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku ev hêz bo demeke kurt li nêzîkî serîyeya (xala leşkerî) gundê El-Helebî rawestîya, piştre berê xwe da gundê El-Mişêrfe li gundewarê bakurê parêzgehê.
Sûrîye bi berdewamî daxwaza derketina Îsraîla dagirker ji axa xwe dike û tekez dike ku hemû rêkarên ku Îsraîl li başûrê Sûrîyê digire, betal in. Li gorî hiqûqa navdewletî ti bandoreke van rêkaran a qanûnî nîne. Her wiha Sûrîye bang li civaka navdewletî dike ku berpirsyarîyên xwe bîne cih, rê li ber kiryarên dagirkerîyê bigire û wê neçar bike ku bi temamî ji başûrê Sûrîyê vekişe.