Şam-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, Raid El-Salih, tekez kir ku hewldanên tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê di bersivdayîna şert û mercên dijwar ên hewayê de li parêzgeha Hesekê berdewam dikin, nexasim baranên dijwar ên ku bûn sedema çêbûna lehî û sêlên berfireh.
Wezîr El-Salih di parvekirinekê de li ser platforma “X” duh Sêşemê dîyar kir ku tîmên Parastina Sivîl karê xwe ji bo roja duyemîn li pey hev li gundewarê Hesekê didomînin, ku li wir av bi ser hejmarek taxên niştecîbûnê, bajarok û gundan de girtiye, û ev yek bûye sedema pêkanîna destwerdanên bilez ji bo kêmkirina bandorên karesatê.
Derbarê bajarê Hesekê de, Wezîr El-Salih tekez kir ku kar bi awayekî bilez ji bo amadekirina tîm û amûran (makîneyan) û berfirehkirina qada bersivdayînê berdewam e, bi awayekî ku lezgînîya destwerdanê li herêmên herî zêde zîyan dîtine mîsoger bike.

