Şam-SANA
Şandeyeke fermî ya Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan bi amadebûna tîmeke teknîkî ya pispor ku rêveberê dergehê Ye’rubîyeyê Mahir El-Şe’ar serokatîya wê dikir, îro li parêzgeha Hesekê serdana dergehê sînorî yê Sêmalkayê kir.
Ev serdan, li gorî daxuyanîya desteyê li ser kanala wê ya Telegramê, di çarçoveya cibicîkirina hevtêgihiştinên hatine îmzekirin de pêk tê. Di vê çarçoveyê de tîm wê nirxandineke giştî ji bo mekanîzmeya karê dergeh, asta performansa teknîkî û îdarî, û xwendina rênimayên tê de werine meşandin bike, ev yek li gorî çarçoveyên yasayî û îdarî yên karê dergehên sînorî li Komara Erebî ya Sûrîyê tê kirin.
Armanca vê nirxandinê amadekirina nexşeyeke pratîkî ye ji bo ji nû ve yekkirin û avakirina dergeh, bi awayekî ku li gel pergalên dewletê li hev bike. Her wiha ji bo misogerkirina yekkirina rêbazan, bilindkirina asta kar, û xurtkirina dîsîplîna sazûmanî ye, da ku berjewendîya neteweyî pêk were û xizmeta tevgera derbasbûn û pevguhertinê li gorî pîverên fermî yên pejirandî bike.



