Tertûs – SANA
Dêra Raketina Xatûnê li Tertûsê bi helkefta Cejna Fisihê li gorî salnameya rojhilatî, kombûneke pîroz û niviştên olî li dar xistin. Ev çalakî bi beşdarîya girseyeke ji bawermendên dêrê yên ku bîranîna vejînê zindî kirin û tekezî li ser pabendbûna xwe bi nirxên ruhanî kirin, bi rê ve çû.
Di nava qudasê de atmosfereke ruhanî û sirûdên olî yên taybet hebûn. Arşimendrît Aleksî Nesûr tekez kir ku Fisih qonaxeke ji bo nûkirina nirxên hezkirin û lêborînê. Ji alîyê xwe ve, Nazîre Dey′e dîyar kir ku ev boneyê bawermendan li ser hîvîyê dicivîne, tevî giranîdana di niviştan de li ser rawestandina şeran û pêkhatina lihevhatinê.
Rênîşander Dîna Ernûq piştrast kir ku vejîna Mesîh nîşana serkeftina ronahî û hezkirinê ye, û spasîya xwe ji bo piştgirîya dewletê anî ziman. Çalakî bi nimêjên ji bo aşitîya li Sûrîyê û cîhanê, û tekezî li ser nirxên rizgarkirinê û xebata hevbeş ji bo avakirina paşerojê bi dawî bû.





