Heleb-Heseke-SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel Newar Necme ji bo SANAyê ragihand ku Ferhad Enwer Şahîn û Şewax Îbrahîm El-Esaf di endamtîya Encumena Gel de ji bo devera Kobanê (Eyn El-Ereb)ê li parêzgeha Helebê bi ser ketin. Her wiha serketina Îbrahîm Mistefa El-Elî, Omer Îsa Hayis û Fesla Yûsif di endamtîya Encumena Gel de ji bo bazneya Hesekê hat ragihandin.
Necme her wiha eşkere kir ku Kîm Hisên Îbrahîm, Ridwan Osman Sîdo, Ebdilhelîm Xidir El-Elî û Mehmûd Madî El-Elî di endamtîya Encumena Gel de ji bo bazneya Qamişlo li parêzgeha Hesekê bi ser ketin.