Tertûs-SANA
Tîma Şurta Tertûs serkeftineke girîng bi encama sê golan li hemberî golekê li ser El-Tel bi dest xist, di yarîya ku îro li hola werzişê li Tertûsê di çarçoveya hefteya sêyem a vegerê de ew gihandin hev.
Serokê yaneya Şurta Tertûs di daxuyanîyekê de ji SANAyê re got: serkeftina di yarîya îro de girîng e, ji ber ku ku tîm bû xwedî sêzdeh xal, û hêvî kir ku tîma wî di her du yarîyên bê de bi ser bikeve da ku derbasî pileya taybet bibe.
Şurta Tertûs di yarîya bê de ligel yaneya Dûmayê li Şamê dicive, û yê serkeftî rûbirûyî tîma El-Newa’îr dibe di yarîyeke dîyarker de ku yek ji her du tîman bo pileya taybet derbas dike.

