Reqa-SANA
Rêveberê Tenduristîya Reqayê Dr. Ebdullah El-Hemûd tekez kir ku kampîna vaksîna rûtînî nêzî 193 hezar zarokî li deverên cuda yên parêzgehê dike armanc. Ev kampîn bi rêya 43 navendên tenduristîyê yên cihgirtî û 51 tîmên gerok, ligel xalên vaksînê yên nû tê birêvebirin, da ku gihîştina hemû zarokên li bajar, gundewar û komelgehên bedewîyan (koçberan) were misogerkirin.
Rêveberê Tenduristîyê di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê got: “Kampînê di 31ê Adara borî de dest pê kir û tê de vaksînên rûtînî ligel vaksîna devkî ya dijî felca zarokan tên dayîn, bêyî ku li vaksînên berê were mêzekirin.”
El-Hemûd her wiha anî ziman ku ev kampîn hevdem e ligel kampîna vaksîna hecîyan bi derzîyên “Taya Perdeya Mejî” û “Kovîd-19″ê, ku di 24ê Adarê de dest pê kiribû û heta 18ê Nîsanê berdewam dike, ligel karkirina ji bo dabînkirina birrên zêde da ku hemû kesên sûdwergir werin vegirtin.