Heleb-SANA
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûrîyê ragihand ku taxa Şêx Meqsûdê herêmeke leşkerî ya girtî ye. Desteyê dîyar kir ku qedexeya hatûçûnê ya temamî li taxê hatiye ferzkirin, ku ji saet 06:30ê êvarê ve dest pê dike heta daxuyanîyeke din.
Desteyê şîret li şênîyên sivîl ên li hundirê taxê kir ku pêwîst e ji pencereyan dûr bikevin, dakevin qatên jêrîn ên avahîyan û hişyar bin ku nêzîkî baregehên rêxistina HSDê nebin.