Reqa-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel îro Duşemê ragihand ku dest bi wergirtina daxwaznameyan ji bo pêkanîna desteya dengderan li parêzgeha Reqayê ji bo her du herêmên hilbijartinê (Reqa û Tebqayê) kiriye.
Komîteyê di civîna xwe ya duh bi her du komîteyên herêmên Reqa û Tebqayê re, girîngîya nûnertîya pêkhateyên civakî yên cihêreng li parêzgehê û liberçavgirtina kotayên (pişkên) jinan û kesên xwedî astengî (kêmendam), ligel kesayetên navdar û şarezayan dîyar kir.
Parêzgeha Reqayê sê navçeyên hilbijartinê li xwe digire ku ew jî (Reqa, Tebqa û Girê Spî) ne. Hilbijartina nûnerên herêma Girê Spî di dawîya Cotmeha borî de hatibû encamdan.