Reqa – SANA
Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xeyr Şukrî di dema serdana xwe ya bo parêzgeha Reqayê de îro Çarşemê, çavek li rewşa mizgeft, perwerdeya şer′î û amadeyîya şer’î li parêzgehê gerand.
Wezîr Şukrî di dema hevdîtina xwe ya bi çalakvanên Reqayê re tekezî li ser hewldana wezaretê ya ji bo nûjenkirina mizgeftên parêzgehê û piştgirîkirina kadroyên wê kir, her wiha planek ji bo damezirandina peymangehên şer′î û şaxekî zanîngehê eşkere kir, ligel girîngîdana hikûmetê bi pêşxistina xizmetguzarîyan û aramîya li herêmên rojhilat.
Şandeya ku bi Wezîrê Ewqafê re hatibûn Alîkarê Wezîr ê Karûbarên Weqfê Samir Beyreqdar, Berpirsê Peywendîyên Hikûmetê Ehmed Helaq û Rêveberê Geşepêdana Weqfê Mihemed Yûnis El-Kurdî bûn.

