Dera-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikên Sûrîyê Quteybe Bedewî, ligel alîkarê xwe yê bo karûbarên gumrikê Xalid El-Berad, dergehê sînorî yê Nesîbê yê bi Urdunê re pişkinîn kir. Ev serdan di çarçoveya şopandina rastîya karê meydanî û xurtkirina amadebaşîya operasyonî ya dergeh de pêk hat.
Desteyê duh Sêşemê di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku li ser berdewamîya kar di beşên cuda yên dergeh de hate nêrîn, ku ev dergeh wekî yek ji girîngtirîn dergehên bejayî li Sûrîyê tê hesibandin.
Her wiha lêkolînên dawî yên taybet bi projeyên berfirehkirin û pêşxistina binesazîya dergeh hatin pêşkêşkirin, ku biryar e di heyama bê de werin cîbicîkirin. Ev yek dê ji bo hêsankirina tevgera derbasbûnê û xurtkirina herikîna tranzîtê bibe alîkar.
Ev gera pişkinînê di çarçoveya hewldanên berdewam ên Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikên Sûrîyê de tê ji bo pêşxistina karê dergehên sînorî.
