Reqqa-SANA
Cîgirê Wezîrê Perwerdehîyê, Ehmed El-Hesen, îro Sêşemê serdana dibistanên parêzgeha Reqqayê kir daku binesazî û amadebaşîya wan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran bi destpêkirina nîvsalê duyem a xwendinê binirxîne.
El-Hesen, di dema gera xwe ya bi komîteya nirxandinê re, tekez kir ku pêşînîyên nûkirina dibistanên Reqqayê erkdarkirina rêveberên nû li xwe digire, daku destpêkirina proseya perwerdehîyê û şopandina asta xwendekarên bi rengekî çalak were misogerkirin.
El-Hesen pişrast kir ku çalakkirina dibistanan pêdivî bi sîstemeke îdarî û perwerdehîyî ya temam heye, û ferman da ku mase werin nûkirin û dabeşkirin daku pêdivîyên polan werin dabînkirin. Ji alîyê xwe ve, rêveberê avahîyên dibistanan îşaret bi karkirina bi mekanîzmayeke bilez kir ji bo dabînkirina xizmetguzarîyên lojîstîk û misogerkirina amadebaşîya dibistanan.
Komîteyê bi serokatîya El-Hesen re ligel kadroyên rêveberîya perwerdehîyê ya Reqayê rewşa sazîyên perwerdehîyê gotûbêj kir, wek amadekarî ji bo ji nû ve destpêkirina proseya perwerdehîyê li ew herêmên ku ji bin kontrola rêxistina “HSD”ê derketine.


