Heleb-SANA
Parastina Sivîl a Sûrîyê ragihand ku tîmên wê berbangê îro Şemîyê, cenazeyên du mêran ji bin kavilên avahîya niştecihbûnê ya ku duh Înê li taxa Eşrefîyê ya bajarê Helebê hilweşîyabû derxistin; bi vî rengî hejmara mirîyan gihîşt çar kesan (sê mêr û jinek).
Di heman demê de, fermandarê operasyonan li rêveberîya hawarçûnê li Helebê, Feysel Mihemed Elî, piştrast kir ku karên lêgerînê li gorî pîwerên herî bilind ên ewlehîyê berdewam in.
Li pey rûdanê, parêzgeha Helebê ji duh sibehê ve ji bo alîyên têkildarî xebatên rizgarkirinê ketiye rewşa amadebaşîyê, ku ev xebat bi serpereştîya rastexwe ya parêzgarê Helebê Ezam El-Xerîb û rêveberê rêveberîya hawarçûnê Mihemed Receb tên birêvebirin.





