Hesekê-SANA
Rêveberîya Çandinîyê li Hesekê piştrast kir ku rewşa geşbûna berhemên ceh û genim li parêzgehê di hemû herêmên çandinîyê de baş e. Her wiha dîyar kir belavbûna kurmê çandinîyê di nav zevîyan de kêm û belawela ye û negihîştiye asta zîyangihandina aborî.
Alîkarê Rêveberê Çandinîyê li Hesekê Endezyar Izedîn El-Heso, di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê ragihand: “Belavbûna kurmê çandinîyê ji bo vê werzê di zevîyên ceh û genim de, li gorî rûberê giştî ku hatîye çandin pir kêm e. Ev rûber nêzîkî 200 hektar e ku bi awayekî belavbûyî li hin zevîyên herêmên Til Birak, Amûdê û Qamişloyê hatîye dîtin.”
Hêjayî gotinê ye ku rûberê giştî yê ceh û genimê ku li parêzgeha Hesekê ji bo vê demsalê hatîye çandin, gihîştîye nêzîkî 750 hezar hektarî ku li seranserî herêmên cuda yên çandinîyê hatîye dabeşkirin.
