Laziqîye – SANA
Li Parka El-Beternî ya li bajarê Laziqîyê, çalakîyên “Mihrecana Cejnê” ku ji alîyê Komeleya “Mersat El-Sahil El-Şebabî” anku (Lengera Perava Xortan) ve bi helkefta Cejna Qurbanê hatibû organîzekirin, bi beşdarîyeke berfireh a zarokan û malbatên wan dest pê kirin.
Mihrecanê hejmarek ji çalakîyên kêfxweşkirinê û yên çandî li xwe girtin; wekî pêşbirkan, wênesazîya li ser rûyan, û beşeke çîrokbêjîya ku dan û standin tê de heye, û çalakî bi sînemaya vekirî û bufeyê bi dawî bû.
Berpirsa Peywendîyên Giştî ya komeleyê, Zehra Dama, dîyar kir ku armanca çalakîyê xistina şahîyê di dilê zarokan û dabeşkirina xelatan li ser wan e.
Malbatan gotin ku ew pir kêfxweş bûn bi Mihrecanê û daxwaza berdewamîya çalakîyên bi vî rengî kirin, ji ber rola wan di xurtkirina hevgirtina civakî û dabînkirina jîngeheke ewle de, ya ku şahî û perwerdeyê bi hev re pêşkêş dike, heye.




