Şam-SANA
Nifşekî nû di nirxê bazara lîstikvanan de di Mondîala 2026an de derdikeve, û serdema desthilata her du efsaneyan Lionel Messi û Cristiano Ronaldo, yên ku nirxê wan yê bazarê ji ber temenê wan paşve çû, tevî beşdarîya wan ya dîrokî ya şeşemîn di Mondîalê de, bi dawî dike.
Li gorî malpera “Transfermarkt”ê ya cîhanî, her sê lîstikvan Kylian Mbappé, Lamine Yamal û Erling Haaland di serê lîsteya lîstikvanên herî nirxgiran yên Mondîalê ji nav 1248 lîstikvanên beşdar de cih digirin, bi nirxê ku gihîştiye 231 milyon dolarê Amerîkî ji bo her lîstikvanekî, ku ev yek ji ber geşbûna wan ya berbiçav û girêbestên wan yên berdewam ligel tîmên wan yên Ewropî ye.
Her weha di lîsteya lîstikvanên herî nirxgiran de, Michael Olise yê Frensî, Vinícius Júnior yê Brazîlî û Pedri yê Îspanî di pileya duyem de bi nirxê 173 milyon dolarî hatin, li pey wan Jude Bellingham, João Neves û Vitinha bi nirxê 161 milyon dolarî hatin, Declan Rice jî di dawîya lîsteya dehên pêşîn de bi nirxê 138 milyon dolarî cih digire.