Hims – SANA
Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Himsê îro Sêşemê ragihand ku di encama du bûyerên xeniqîn û şewatê de, du kesan jîyana xwe ji dest daye.
Rêveberê Rewşên Awarte Bîbers Cundîye dîyar kir ku zarokek li gundewarê Himsê di avê de xeniqîye, û kesekî din jî di şewatekê de li taxa El-Meheta jîyana xwe ji dest daye. Cundîye bang li welatîyan kir ku li nêzîkî avên kûr û jêderên agir baldar bin û di rewşên awarte de yekser agahdarîyê bidin.
Ev destwerdan di çarçoveya hewldanên berdewam ên tîmên awarte li parêzgeha Himsê de ne, ji bo serederîkirina bi bûyerên awarte re û xurtkirina rêkarên silametîya giştî û xweparastinê di nav welatîyan de.


