Siwêda-SANA
Çekdarên girêdayî komika (Pasevanên Niştimanî) îro Duşemê bi ser avahîya Rêveberîya Perwerdeyê ya Siwêdayê de girtin û karmend bi darê zorê ji avahîyê derxistin. Her wiha rêveberê perwerdeyê Sefwan Belanê ku nû hatibû erkdarkirin revandin û ew neçar kirin dev ji kar berde.
Rêveberîyê şermezarkirin û nerazîbûna xwe li hemberî bûyerên xemgîn ên li parêzgehê diqewimin nîşan da, nexasim êrîşên dubare yên li ser sazîyên dewletê yên ku armanca wan astengkirina kar û bêparkirina welatîyan ji xizmetên bingehîn e.
Ji alîyê xwe ve, Şêx Leyis El-Belûs di daxuyanîyekê de tekez kir ku êrîşên îro li parêzgeha Siwêdayê li ser sazîyên dewletê û ewlehîya welatîyan pêk hatine, bi zelalî nîşan didin ku projeyên cudaxwaz û hewldanên sepandina rewşa defaktoyê bi darê zorê çiqas metirsîdar in.