Heleb-SANA
Îro Yekşemê, navendên leşkerîyê yên li bajarê Helebê, di çarçoveya rêkarên tomarkirin û qebûlkirinê de, dest bi hevpeyvînên xwendekarên serlêder ên bo Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Berevanîyê kir.
Digel vê yekê jî, daxwaznameyên serlêderan li rêveberîyên cuda cuda yên leşkerî û seferberîyê, li gorî demên dîyarkirî, tên wergirtin.
Rêveberê Rêveberîya Leşkerîyê ya Wezareta Berevanîyê li Helebê Mihemed Betal, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştrast kir ku zanîngehê di roja xwe ya yekem de pêşwazî li hejmareke mezin a xwendekaran kir, ku nêzîkî 350 xwendekarî ji bo wergirtina dorên xwe navên xwe tomar kirin.

Betal dîyar jî kir ku zanîngeh pisporî û fakulteyên curbicur li xwe digire, ji wan: Fakulteyên leşkerî, deryayî û esmanî, ligel Fakulteya Zanistên Kargerî û Mirovî û Peymangeha Bilind a Zanistên Sepandî û Teknolojîyê.

Betal da zanîn ku mercên qebûlkirinê ev in: Divê rêjeya giştî ya serlêder ne kêmî 70% û temenê wî di navbera 18 û 23 salî de be. Wekî din jî, da xuyakirin ku belgeyên serlêderan ji bo piştrastkirina kaxez û dosyayên pêwîst tên vekolîn, ligel encamdana pişkinînên bijîşkî yên berfireh ku pisporîyên çav, guh, hestî, neştergerîya giştî, nexweşîyên hundirîn û tîrêjê li xwe digirin, da ku şîyana wan a tenduristîyê were misogerkirin.

