Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’: Şam Herdem Ronahîya Zanistê û Kanîya Zanînê Bû
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Serok El-Şeri’: Şam Herdem Ronahîya Zanistê û Kanîya Zanînê Bû

Serok El-Şeri’: Şam Herdem Ronahîya Zanistê û Kanîya Zanînê Bû

Hat weşandin: 2026/02/05 11:47 PM
Hat nûkirin: 2026/02/05 11:47 PM

Şam-SANA

Bi serpereştî û amadebûna Serokê Komarê Ehmed El-Şeri’, îro Pêncşemê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Şamê di gera xwe ya awarte de li Koşka Kongreyan li Şamê hat vekirin. Vekirin bi beşdarîyeke berfireh a fermî û çandî, bi amadebûna hejmarek wezîr, kesayetên sîyasî û ramanwerên Ereb, ligel hin nivîskar û rewşenbîran pêk hat.

Serok El-Şeri’ di axaftina xwe ya merasîma vekirinê de got: “Mirovatîyê her dem hewl daye li dû rastî, zanîn, raz û gencîneyên dinyayê bigere.” Serok El-Şeri’ dîyar kir ku her çiqas zanîna mirov zêde bibe, hişmendîya wî jî zêde dibe û her ku hişmendî zêde bibe, hewcedarîya wî bi zanistê zêdetir dibe.

Serok El-Şeri’ anî ziman ku qanûna dinyayê li ser qencî û xerabîyê ava dibe û zanîn her duyan jî bihêz dike û wiha pê de çû: “Her kesê ku pêşî di gihîştina zanînê de bixebite, serkeftin ji bo wî ye. Emaneta zanistê “kar” e; lewma yê hîn bibe û li gorî zanîna xwe kar neke, zanîna wî dê li dijî wî bibe hincet”.

Serok El-Şeri’ di berdewamîya axaftina xwe de got: “Neteweya nezan bi lawazîyê hatiye girêdan, lê neteweya zana ku li gorî zanîna xwe kar dike, bi hêzê ve hatiye girêdan.” Serok El-Şeri’ amaje pê kir ku Xwedê pirtûka xwe ji bo rêberîya me hiştiye û em li ser fêrbûn, raman û fikirînê han dane û got: “Xwestina qencîyê ji bo mirovan, pêkanîna dadperwerîyê û serxistina heqîyê hêzê dixwaze, lê hêza bê zanist wêranker e û şûrê bê raman xwedîyê xwe dibire”.

Serok El-Şeri’ her wiha got ku: “Şam herdem ronahîya zanistê û kanîya zanînê bû, û xêra wê gihîştiye rojhilat û rojavayê dinyayê, heta ku bûyer li pey hev hatin û “mirovên xerab û fesad” tol jê hildan û xwestin nasnameya wê winda bikin û ronahîya wê vemirînin”.

Serok El-Şeri’ tekez kir ku Şam îro vegerîya, û em jî pê re vegerîyan da ku em hemû bi hev re vê avahîya mezin nû bikin, birînên wê derman bikin û birqîn û şewqa wê lê vegerînin.

Serok Ehmed El-Şeri’ axaftina xwe bi vê hevokê bi dawî kir: “Pêşangeha pirtûkan a îro vegereke pîroz û destpêkeke giranbuha ye piştî rizgarkirina tevahîya Sûrîyê. Xwedê we şa bike û we bi zanîn û zanistê xurt bike.”

Biryar e ku derîyên pêşangehê ji sibe ve ji saet 10:00ê sibehê heta 09:00ê êvarê ji xelkê re vekirî bin.

Sûrîye Armancgirtina Hin Cihan li Kuweytê Şermezar Dike
Kompanya Fly Şam a Firokvanîyê Yekem Geştên xwe ji Şamê Ber bi Lîbyayê ve Pêk Anî 
Şam Cihên Giştî li Gorî Pergala BOT ji bo Veberhênanê Pêşkêş Dike
Wezîrê Çandinîyê bi Serokê Odeya Bazirganîyê ya Urdunê re Civîya 
YXCD “Roja Ala Kurdistanê” li Şamê bi Erêkirina Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê Pîroz Dike
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ehmed El-Şeri’Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a ŞamêŞamSerokê Komara SûrîyêSûrîye
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Dîmenê moşeka ku li gundewarê Quneytirayê ketiye

June 8, 2026

Li Girtîgeha Helebê.. Ezmûnên Amadeyî û Bingehîn derfetek in ji bo berdewamîya xwendinê

June 8, 2026

Dirûna genim li gundewarê başûrê Helebê berdewam e

June 8, 2026

Rêveberîya Çavkanîyên Avê li Laziqîyê: %86 ji Xebatên Projeya Bendava Beradonê Bi Dawî Bûye

June 8, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?