Şam-SANA
Yekîneyên Artêşa Sûrî, di dema operasyonên ewlekirina deverên sînorî de, du tunêlên ku di navbera axa Sûrîye û Libnanê de dirêj dibin li derdora gundê Hewş El-Seyid Elî li gundewarê rojavayê Himsê dîtin.
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan li Wezareta Bergirîyê, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re îro Yekşemê, dîyar kir ku her du tunêl ji bo operasyonên qaçaxtîyê ji alîyê milîsên Libnanî ve hatibûn amadekirin. Her wiha amaje pê kir ku alîyên peywendîdar her du tunêl girtin û tevdîrên pêwîst pêk anîn.





