Heseke-SANA
Cîgirê parêzgarê Hesekê û berdevkê tîma serokatîyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku dê milyonek lître mazota bi piştgirî bigihîje parêzgeha Hesekê, da ku pêdivîyên parêzgehê yên sotemenîyê dabîn bike, bi taybetî ji bo sektora çandinîyê.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê îro Çarşemê di parvekirineke li ser Telegramê de ji ser zarê El-Hîlalî veguhast û got: “Ev tibab bi hevkarîya di navbera tîma serokatîyê û Şirketa Petrola Sûrîyê de hate dabînkirin, wekî piştgirî ji bo sektora çandinîyê di werza dirûnê de”.
El-Hîlalî li dawîyê jî got: “Armanca vê pêngavê xurtkirina peydabûna sotemenîyê û sivikkirina barên li ser milê cotkaran e, ev yek jî beşdarî serkeftina werza çandinîyê li parêzgehê dibe”.