Quneytira-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Înîyê du welatî li gundewarê Quneytirayê yê başûr girtin.
Nûçegihanê SANAyê li Quneytirayê dîyar kir ku hêzên dagîrkerîyê xortek û zarokek di dema şivantîya pez de li nêzî Tel El-Ehmer ê rojava li gundewarê Quneytirayê yê başûr girtin, tevî gulebarana li şivanên li deverê bêyî ku ti birîndar di nav wan de werin tomarkirin.
Her weha hêzeke Îsraîla dagîrker berbanga îro derbasî bajarokê Cibata El-Xeşeb li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû, û bi ser malekê de girt û piştî lêgerînê ji deverê vekişîya.
Îsraîl bi êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan, bi rêya serdegirtinan û têkbirina zevîyan, binpêkirina peymana veqetandinê ya sala 1974an, didomîne.