Dêrazor – SANA
Parêzgarê Dêrezorê Zîyad El-Ayiş tekez kir ku tîmên pispor û sazîyên parêzgehê şev û roj di amadebaşîyê de ne ji bo rûbirûbûna encamên bilindbûna mezin a asta ava çemê Firatê, û avakirina komîteyeke bersivdana lezgîn ji bo parastina can û mal û milkan.
Bilindbûna avê bû sedema zîyanên giran, di nav de rawestandina karê hin piran û di serî de pira demkî ya li kêleka pira Sîyasîyê, û rawestana îstgehên avê, ku ev yek bû sedema rizgarkirina alavên wan û derxistina malbatan ji ber sînorê çem.
Navendên hewandinê bi hemû pêdivîyên malbatên zîyandîtî hatin amadekirin û xizmetguzarîyên bingehîn mîna av û nan hatin dabînkirin. Parêzgar Zîyad El-Ayiş jî bang li welatîyan kir ku pabendî rênimayên derketina ji deveran bin, û tekez kir ku parêzgeh dikare vê qeyranê derbas bike.