Dera-SANA
Dermansazên devera Busra El-Şam, îro Çarşemê civîneke berfireh bi amadebûna serokê sendîkaya dermansazên Derayê, rêveberê deverê û nûnerên civaka herêmî li dar xistin. Armanca civîna ku li avahîya rêveberîya deverê hat sazkirin, gotûbêjkirina astengîyên herî girîng ên li pêşîya karê dermansazîyê bû.
Serokê Sendîkaya Dermansazên Derayê Dr. Talib El-Misrî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku di hevdîtinê de hemû mijarên girêdayî karê dermansazan hatin gengeşekirin, wek molet, peydakirina dermanan û firotina wan. El-Misrî amaje pê kir ku li ser çalakkirina pergala nobedarîyên şevê li hev kirine, da ku berdewamîya xizmetguzarîyê ji bo welatî û nexweşan were misogerkirin.
Ji alîyê xwe ve, dermansaz Merwe El-Dos da zanîn ku di civînê de gelek xem û zehmetîyên kar hatin behskirin. Merwe bal kişand ser wê yekê ku ji destpêka îsal ve, piştî ku sendîkayê dest bi gerên çavdêrîyê kiriye, başbûneke berbiçav di kar de çêbûye.