Şam-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Siwêydayê çalakîya toreke tawankar a rêkxistî pûç kir, ku di dizîna otomobîlan û bazirganîya wan de çalak bû, her wiha bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir.
Lêkolînan nîşan da ku endamên torê wesayîtên hatitbûn dizîn bi rêya cadeya Şam-Siwêydayê vediguhastin Siwêydayê.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlehîyê karîn hejmarek otomobîlên hatibûn dizîn vegerînin û bi fermî radestî xwedîyên wan bikin, di heman demê de lêpirsîn bi kesên girtî re berdewam in da ku radestî dadgeha peywendîdar werin kirin.






