Şam-SANA
Parêzgeha Şamê ragihand ku ew dê beşa pêncemîn a berdêlên kirê ji bo mafdarên ji xelkê devera “Marota City”, sibe Çarşemê û roja Pêncşemê li Birêveberîya Bicihanîna Mersûma 66an li herêma Mezê bidin. Ev yek di çarçoveya pêkanîna plana wê ya têkildarî qerebûyên akincîbûna alternatîf di nav projeya rêkxistina deverê de tê.
Parêzgehê bi rêya kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê da zanîn ku proseya radestkirinê, dayîna berdêlên berê yên mayî ligel dayîna qerebûya sala dehemîn li gorî qerebûya nû ya pejirandî (ku 35 caran ji nirxê bingehîn zêdetir e) li xwe digire, û ev qerebû dê di du beşan de her şeş mehan carekê were dayîn.
Parêzgehê bang li hemû mafdaran kir ku pabendî demên dîyarkirî bin û belgeyên fermî yên pêwîst bi xwe re bînin, xasma nasnameya kesayetî û deftera akincîbûna alternatîf, da ku karûbarên wergirtina qerebûyan hêsan bibe.