Şam-SANA
Îro Sêşemê çalakîyên Konferansa Sûrî-Danîmarkî ya Çareserîya Fizîkî ku du rojan dê bidome, dest pê kir. Konferans ji alîyê Sendîkaya Navendî ya Pîşeyên Tenduristî û Bijîşkî ve bi hevkarîya Komeleya Danîmarkî û Komeleya Sûrî yên Çareserîya Fizîkî li Navenda Neteweyî ya Hunerên Dîtbarî li şamê tê birêvevirin.
Di konferansê de ku bi helkefta “Roja Cîhanî ya Çareserîya Fizîkî” tê lidarxistin, bijîşk û pisporên dermankirina fizîkî yên Ereb û bîyanî beşdar dibin; ev beșdarî bi awayekî pêk tê ku têkeve xizmeta pêşxistina pîşeyên tenduristîyê û xurtkirina rola wan di nav pergala guhdana tenduristîyê ya pêşîn de li Sûrîyê.
