Tertûs-SANA
Rêveberê Peywendîyên Navxweyî û Navdewletî li Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan Mazin Elûş û Rêveberê Bendera Tertûsê Receb Cedû’, ligel balyozê Tirkîyê li Şamê Nûh Yilmaz û şanda pê re, rêyên pêşvebirina binesazîya Bendera Tertûsê gengeşe kirin.
Şanda Tirkî ku Konsulê Giştî yê Tirkîyê li Helebê Hakan Cengiz, hejmarek şêwirmend, endamên pêveka bazirganî û berpirsên balyozxaneya Tirkîyê di nav de bûn, îro Çarşemê guhdarî li şiroveyeke berfireh kir ku ji alîyê rêveberê benderê ve derbarê şêwazê kar li Bendera Tertûsê û destkeftên herî girîng ên di heyama borî de hatine bidestxistin, hatibû pêşkêşkirin.
Şandê geşteke meydanî li ser lengergeh û dezgehên karkirinê pêk anî û di vê geştê de li ser rewşa kar, xizmetên lojîstîk û mîkanîzmayên tevgera keştî û kelûpelan agahdar bû. Ev serdan di çarçoveya bihêzkirina hevkarî, hevahengî û pevguhertina ezmûnan di warên deryayî û lojîstîk de tê kirin.

