Şam – SANA
Desteya Niştimanî ya Kesên Winda, di çarçoveya hewldanên niştimanî û mirovî de, bersiv da agahîyekê ku di 14ê Adara 2026an de gihîştibûyê, derbarê cihekî li devera Hefeyê li gundewarê Laziqîyê ku guman heye gorên bikom be.
Desteyê di daxuyanîyekê de îro Duşemê eşkere kir, ku bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar û tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê, tedbîrên pêwîst ji bo parastina cih hatine girtin. Ev yek bi armanca parastina bermahîyan û rêgirtina li her destwerdanekê di van cihan de hatiye kirin.
Desteyê bang li welatîyan kir ku nêzî van cihan nebin û destwerdanê tê de nekin, û her agahîyek an rewşeke gumanbar hebe yekser ragihînin. Ev yek dê bibe alîkar ji bo parastina belgeyan û misogerkirina meşandina karên belgekirin û lêkolînê bi şêweyekî pîşeyî û berpirsyar.
