Heleb-SANA
Rêveberîya Medya û Ragihandinê ya Wezareta Berevanîya Sûrîyê, şehadeta du leşkeran û birîndarbûna yekî din bi giranî ragihand.
Rêveberîyê di daxuyanîyekê de ji SANA re got: “Hêzên HSDê yek ji xalên Artêşa Erebî ya Sûrîyê li nêzîkî Bendava Tişrînê, bi mûşekeke arastekirî, kirin armanc.”
Rêveberîyê piştrast kir ku hêzên HSDê bi rengê êrîşbirin û kuştina endamên wê, hemû lihevkirin û rêkeftinên berê binpê dike.