Heseke-SANA
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî, ragihand ku di çarçoveya şopandina Tîma Serokatîyê ji bo cîbicîkirina Peymana 29ê Kanûna Paşîn de, 28 şerkerên jin ên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hatin berdan. Bi vî rengî hejmara kesên hatine berdan gihîşt zêdetirî 1200 kesî.
El-Hîlalî, di parvekirinekê de li ser rûpela xwe ya fermî li ser Facebookê, îro Duşemê 1ê Hezîrana 2026an, tekez kir ku alîyên hikûmî yên peywendîdar pabend in bi bidawîkirina dosyaya hemû girtîyan di çarçoveya peymanê de. Destnîşan jî kir ku ev dosya, li kêleka dosyaya penaber û koçberan, ji dosyayên mirovî yên ku danûstandin li ser nayê kirin tê hesibandin.
El-Hîlalî dîyar kir ku di hin rewşên takekesî de berdana hin girtîyan dereng dikeve, ji ber ku kesê tê berdan di dozên din ên cuda de ku têkilîya wan bi endametîya “HSD”ê re nîne tê xwestin, û amaje bi wê yekê kir ku ev dosya li gorî rêyên yasayî tên çareserkirin.
Her wiha anî ziman ku herêm dê di proseya yekbûnê de bibe şahidê lezbûneke zêdetir û bi awayekî erênî.