Şam-SANA
Îro Çarşemê çalakîyên gera 24an a Pêşangeha Navdewletî ya Buildexê ya taybet bi materyalên avakirin û avahîsazîyê dest pê kirin. Ev pêşangeh ji alîyê Koma Erebî ya Pêşangeh û Kongreyan ve bi hevkarîya Wezareta Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê, li Bajarê Pêşangehan li Şamê tê lidarxistin.
Di vekirina pêşangehê de Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê Mihemed Enceranî, Wezîrê Geştyarîyê Mazin El-Salhanî, Parêzgarê Şamê Mahir Merwan Idlibî, Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Pêşangeh û Bazarên Navdewletî Mihemed Hemze û Rêveberê Koma Erebî ya Pêşangeh û Kongreyan Ela Hîlal beşdar bûn.
Pêşangeha ku heta 14ê meha Hezîranê berdewam dike, beşdarîyeke berfireh dibîne ku 710 kompanya û 1400 markeyên bazirganî ji 51 welatan tê de hene, tevî beşdarîya rasterast a 20 welatan.