Hims-SANA
Komên xebatê yên şaredarîya bajarê Himsê, bi hevkarîya Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya Geşepêdanê (UNDP), di xebatên rakirina zibilxaneyên bêserûber û paqijkirina kolanan de li taxa El-Sebîl berdewam in. Ev xebat di çarçoveya plana xurtkirina başkirina rewşa jîyanê û pakkirina dîmenê bajêr de têne kirin.
Rêveberê Paqijîyê, endezyar Îmad El-Salih, dîyar kir ku ev proje gelek taxan wekî El-Qisûr, El-Xalidîyê û Baba Emroyê li xwe digire, û dibe sedema kêmkirina gemarê û peydakirina derfetên kar ji bo niştecîhên herêmê.

Ji alîyê xwe ve, xanim Mirvet Hac Yasîn ya ku çavdêrîya proje dike, da zanîn ku xebat komkirina bermayîyên hişk û veguhestina wan ber bi cihên komkirina zibil ên ku zîyanê nagihînin tenduristîyê, bi hevrêzkarîya ligel niştecihên taxê, li xwe digire.





