Heleb-SANA
Sektora çandinîyê li gundewarê Helebê yê başûr jêdereke girîng e ji bo dabînkirina bazarên navxweyî bi berhemên curbecur û pirbûna dexl û danên wekî genim, ceh û şînkatîyên demsalî, ku beşdarîyê di xwedebara cotkaran û ewlehîya wan a xurekê de dikin.
Serokê Daîreya Çandinîyê ya Çîyayê Seman endazyar Ebdulrezaq El-Talib ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku rûberên bi genimê avdayî hatine çandin di vê demsalê de gihîştine 19 hezar hektaran, rûberên bi genimê bejî jî gihîştine 10 hezar hektaran, ligel berhemên baqile û gîya û riwekên bijîşkî û bêhndar.
El-Talib destnîşan kir ku rêveberîya çandinîyê kar kiriye ji bo pêşkêşkirina piştgirîyê ji cotkarên ku dixwazin sûdê ji projeya piştevanîya “Qerzê Qenc” wergirin, û peydakirina hemû tibabên tov û gubreyên çandinîyê ji bo wan.









