Gundewarê Şamê – SANA
Jêderekê di Wezareta Hundir de piştrast kir ku teqîna bombeya ku îro li herêma El-Seyîde Zeyneb a li gundewarê Şamê qewimî, bû sedema kuştina gotarbêjê meqamê El-Seyîde Zeyneb, Şêx Ferhan Hesen El-Mensûr, û lêpirsîn ji bo naskirina hûrgulîyên bûyerê berdewam in.
Jêderê ji bo ajansa “SANA” dîyar kir ku Şêx El-Mensûr piştî ku hat veguhestin ji bo nexweşxaneyekê li herêma El-Seyîde Zeyneb, ji ber birînên xwe yên giran jîyana xwe ji dest da.
Her wiha zêde kir ku lêpirsîn niha têne kirin da ku were dîyarkirin ka teqîn ji encama armancgirtineke bi qestî bûye an na, û destnîşan kir ku alîyên peywendîdar li ser komkirina belgeyan dixebitin da ku hûrgulîyên teqînê eşkere bikin.